Di xwepêşandaneke penaberan de PKKê wêneyên xwe hildan

Di xwepêşandaneke penaberan de PKKê wêneyên xwe hildan

Dec 09 2018

ARK NEWS .. Li welatê Siwîsrayê ji bo wergirtina mafê nişteciyê û dijî derxistina penaberan , xwepêşandanek hate lidarxistin, lê di wê xwepêşandanê de alîgirên Ebdulleh Ocelan pawankarî bi wê yekê kirin, û wêneyên Ebdulleh Ocelan bilind kirin .

Li gor parçe vêdiyoyekê li ser torên civakî hatiye belavkirin, tê de alîgirên PKKê di xwepêşandaneke dûr ji siyasetê wêneyên Ocelan li qada kombûna penaberan de blind kirin, ku ew kombûn bi tenê ji bo daxwaza wergirtina mavê niştecîbûnê bû, û wek nerazîbûnekê ji derxistina penaberan bû .

Blindkirina wêneyên Ocelan bû cihê nerazîbûna beşdarbûyan, herweha hin çalakvan û siyasetmedar bi şêweyekî tund rexne li wê gavê kirin .

Ş.E



476