balafireke Emerîkî barkirî li Rojavayê Kurdistanê danî

balafireke Emerîkî barkirî li Rojavayê Kurdistanê danî

Feb 13 2024

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî li bingeheke Hevpeymaniya Navdewletî li rojavayê kurdistanê danî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh Dişemê 12ê Sibatê balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li balafirxaneya bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê danî.

Di dema dawiyê de çendîn car bingeha Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatiye armanckirin.

82