Elsefedî: 40 Kum Sibî li Urdinê li benda veguhastinê ne
Jan 28 2019
ARK NEWS .. Wezîrê Derve yê Urdinê dibêje ku bi dehan Kum Sibî hene daku ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê werne veguhestin.
Eymen Elsefedî Wezîrê Derve yê Urdinê ji ejansa Sipotnîk re ragihand ku hîna 42 Kum Sibî ku sala bûrî ji Sûriyê hatine dûrkirin li Urdinê hene, û çavdêriya wê çendê dikin daku bo welatên Yekîtiya Ewropa werne veguhestin.
Herweha Elsefedî tekez kir ku welatê Urdinê wan Kum Sipiyan weke penaber wernagire, ew di Urdinê de bo demeke dirêj namînin, û bi tenê ew Kum Sipî wê bo demeke demkî li Urdinê bimînin ewjî daku ji bo welatên Yekîtiya Ewropa werne veguhestin.
L.A
347