Hikûmeta Kurdistanê pirojeyasaya çaksaziyê pejirand

Hikûmeta Kurdistanê pirojeyasaya çaksaziyê pejirand

Dec 12 2019

ARK NEWS .. Encûmena Wezîran projeyasa çaksaziyê pejirand û ji bo Parlemantoya Kurdistanê dişîne.

Duh Çarşemê 11ê Berçileya 2019an bi serperiştiya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kom bû.

Di civînê de, danûstandin derbarê reşnivîsa projeyasaya çaksaziyê li xanenişîn, mûçe, dermale, bexşîn û imtîyazatên din li herêma Kurdistanê hate kirin, ku beşek ji bernameya temam ya çaksaziyê di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Encûmena Wezîran amaje bi wê yekê kir, ku çaksazî prosêsek berdewam e û di pêngavên bê de, tevahiya sektoran li xwe digre.

Mesrûr Barzanî got jî, di destpêka destbikarbûna kabîneya nehem de, wan soz da ye, vê projeyasayê bişînin Parleman û ev proje ya hemû aliyên beşdar di hkûmetê de ye û di çarçoveya berjewendiyên giştî û dadperweriyê de ye. Da zanîn ku tekez, xelkê hêjayî yên Kurdistanê dê mafên wan parastî bin.

Piştî danûstandinên pirr û berfireh li ser yek bi yek, ji birgeyên projeyasayê û piştî cîgirkirina çendîn guhertinan, Encûmena Wezîran, bi tevahiya dengan projeyasaya çaksaziyê pejirand û ji bo Parlemana Kurdistanê dişîn e.

497