Xwecihiya Dirbêsiyê ya ENKSê guhertina demografiya Serê Kaniyê û Girê Spî gengeşe kir
Dec 01 2019
ARK NEWS .. Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, Xwechiya Dirbêsiyê û derdora wê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist, û pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, û hin mijarên rêxistinî gotûbêj kirin.
Di civînê de, behsa guhertina demografiya herîmên kurdî li Serê Kaniyê û Girê Spî û bicîkirina penaberên Ereb li şûna kurdan de hate kirin .
Li aliyekî din, amaje bi wê yekê hate dan, ku divê mîkanîzma karê xwecihiya bajêr, û derdora wê di rêya seredan û hevdîtnan de, were pêşxistin.
Ş.E
312