ENKSê: PYDê di ber eşkerekirina rastiyên komkujiya Kobanê de berpirs e

ENKSê: PYDê di ber eşkerekirina rastiyên komkujiya Kobanê de berpirs e

Jun 26 2022

ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, daxuyaniyek derbarê heftemîn salroja komkujiya Kobanê ku bi şeva xedrê tê naskrin belav kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di daxuyaniya xwe de got, ku xelkê Kobanê li ser dengê fîşek û hawarê rabûn, ku di encama komkujiyê de bi sedan şehîd ketin û bihtira wan ji sivîlan bûn ku ev tawan bi xwe dikeve çarçoveya tawanên cînosaydkirinê de.

ENKSê got: Piştî derbasbûna 7 salan ji komkujiyê hîn jî rastiya encamdana komkujiyê ne zelal e, û tu vekolînek nehatiye kirin, pirsiyar ew e, ku çawa otombêlên leşkerî û girûpên çekdar derbasî nava Kobanê, li gel çekên xwe bûn, û ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatine armanckirin.

Herweha ENKSê got, ku çawe ew girûpên çekdar derbas bûn û bajar di bin desthilatdariya PYDê de bû, PYDê bi xwe berpirsyaretiya parastina ewlehiya welatiyan dibîne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê bi tundî tawana şeva xedrê îdane kir, û PYDê berpirsiyar dibîne di ber eşkerekirina rastiyan de, û ENKSê got, em bo cemawerê xwe tekez dikin ku rastî wê rojekê ji rojan eşkere bibe.

465