QSDê jina ku banga serbestberdana 8 endamên malbata xwe kiribû revand

QSDê jina ku banga serbestberdana 8 endamên malbata xwe kiribû revand

Mar 02 2021

ARK NEWS... Piştî 50 rojan ji revanedina 8 endamên malbatekê ji aliyê encûmena Munbic ya leşkerî ya ser bi QSDê ve, tevî bangên malbatê ji bo diyarkirina çarenivîsa wan, li şûna ku serbest werne berdan, dayîka wan jî ya temen 55 salî li bajarê Kobanê ji aliyê QSDê ve hate revandin.

Dr. Lezgîn li ser rûpela xwe ye torên civakî belav kir, ku dayîka wî ya bi navê Heyfa Hoşo duh demijmêr 11 şevê ji mala xwe li bajarê Kobanê hate revandin. Dr. Lezgîn tekez kir ku dayîka wî tu têkilî û peywendiya wê bi siyaset, doseyên partîtî, gendelî, û partiyan re tune ye, serbarî ku rewşa wê ya tendirstî ne aram e, û nexweş e, lê ji aliyê QSDê ve hate revandin, û tu agahî li ser çarenivîsa wê tune ye.
Sedema revandina wê li gorî dr. Lezgîm dibêje ku li ser torên civakî derketibû, û banga diyrkirina çarenivîsa hevjînê xwe, kurên xwe, bûka xwe û neviyên xwe kiribû.

Malbata her heşt revandiyên kurd li Minbicê ev e çend daxuyaniyek belav dikin û ji Mezlûm Kobanê, fermandarê giştî yê QSDê dixwazin ku bi erkê xwe yê yasayî, rewiştî, û civakî rabe û çarenivîsa endamên ku weke dîl hatine girtin, diyar bike. Herweha bang li her partiyekê kir ku bi erkê xwe rabin.

Dr. Lezgîn Îbo, di rêya daxuyaniyan re radigihîne ku ji 50 rojan ve heşt endamên malbata wî ji aliyê encûmena Minbicê ya leşkerî ku ser bi QSDê ve ye revandî ne, û weke dîl li cem xwe girtine, heya ku Nîdal Îbo xwe radest bike. Nîdal jî bi tomete gendelî ji aliyê wê encûmenê ve tê xwestin. Û beriya demekê dest ji encûmena Minbicê kişandibû

Daxuyaniyê banga li Mezlûm Kobanê dike ku berpirsiyaretiyê li hember gel û hevpeymaniya navdewetî hilgire û çarenivîsa malbatê diyar bike. Di zûtirîn dem de, serbest berde, herweha guhdana tendirustî ji bavê wî yê nexweş re dabîn bike, û zarokan vegerîne dibistanên wan.

Daxuyaniyê herweha da zanîn jî ku her kesek destê xwe di vê tawanê de heye size bide û dadgeh bike, û derencamê doseyên gendeliyê ji bo raya giştî û ragihandinê eşkere bike. Û enamên malbatê weke dîl neyên girtin.

Ji 50 rojan ve ji dema ku Nîdal Îbo ji encûmena Minbincê cuda bû, li ser weşana zindî li ser torên civakî derket, û behsa gendeliya berpirsên encûmenê kirbû, ji wê demê ve 8 ji endamên malbata wî weke dî hatine girtin, navê endamên malbata xwe belav kir ev in:

Mehmûd Îbo 60 salî
Rêzan Îbo 24 salî
Ehmed 16 salî
Mihemed 14 salî
Emîra Betran 23 salî
Hersê zarok Mehmûd yê 6 salî
Lezgîn 4 salî û Arîna 3 salî.

Duh jî ji ber ku dayîka mlabatê banga diyarkitrina wan kiribû ew jî hate revandin, ta niha tu zaniyarî li ser tune ne.

Ji dema ku li ser ragihandê hatiye belavkirin, revandina 8 endaman weke dîl li hember xweradestkirina Nîdal Îbo bûye cihê şermezarî û riswakirinê, û banga serbestberdan wan endaman tê kirin.

Ş.E

537