Kurdino mertalê me yekîtî ye, Rêya azadiyê Pêşmergetî ye

Kurdino mertalê me yekîtî ye, Rêya azadiyê Pêşmergetî ye

Nov 14 2019

Kurdino mertalê me yekîtî ye, Rêya azadiyê Pêşmergetî ye
Şêxo Efrînî

Di dîroka Kurdan de, her şikandin û têkbirina şoreşan para me ye, lê ne bi tenê dujmin û neyarên me tometbar in na, kêmasiya me jî heye, dibe ku ne kêmasî bin, lê belê xala reş li ser eniya me be, ew jî ne yekrêziya me, û perçebûn û dabeşkirina me ye.

Îro dem dema Rojavayê Kurdistanê ye, gelek caran behsa avakirina rêveberiyekê, yan nîv dewletekê tê kirin, lê her pirsgirêka ne yekrêziyê li holê ye, tevî ku 3 caran rêkeftin navbera herdu aliyên sereke li Rojavayê welêt, wate navbera ENKSê û PYDê de, çê bûn, û bi serpireştiya Serok Mesûd Barzanî, dihatin lidarxistin, lê pabendî pê nedihat kirin.

Bê gûman sedema sereke PYDê bû, ji ber ku xwe li ser zeviyê didît, û bi hevpariyê razî nedibû, her mercên wê ew bûn ku, divê ENKSê tevlî rêveberiyê bibe, ne ku bibe hevpar.

Piştî ku hersê rêkeftin, Hewlêr 1, û 2, Duhok bi ser neketin, neha destpêşxeriyeke din derketiye holê, banga HSDê, - Destpêşxeriya Mezlûm Kobanê Fermandarê HSDê – û her hêvî ew in ku, yekrêziyek li welêt çê bibe, da ku herêmên mane werin rizgarkirin, û nekevin heman çarenivîsa Efrîn, gundên Girê Spî, Serê Kaniyê de.

Neha tiştê ji HSDê tê xwestin, banga ENKSê berçav bigire, û mercan cî bi cî bike, girtiyan berde, yan herî kêm çihê wan diyar bike, herwiha nivîsgehan veke, û liv û tevgera siyasî bipejrîne.

Ya herî girîng jî, divê bi Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re bibin yek, û bi hev re, li hember dujminan rawestin, ji ber ku navê Pêşmergeyan di dîrokê de bi pênoseke spî hatiye nivîsandin, wek helbestvan Keremê Anqosî dibijê Kurdino mertalê me yekîtî ye, Rêya azadiyê Pêşmergetî ye.

Herdem deng bilind dibin: Bila em yek bin, wê demê bila em bi hev re, di ber ax û welatê xwe de, şehîd bibin.




Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

543