Mesrûr Barzanî agahdariyek da şêniyên Kurdistanê

Mesrûr Barzanî agahdariyek da şêniyên Kurdistanê

May 30 2020

ARK NEWS... Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, duh 29 Gulana 2020, daxuyaniyek da û agahdariyek da şêniyên Kurdistanê.

Di daxuyaniya Mesrûr Barzanî de hatiye: Welatiyên birûmet: Metirsiya koronayê gelek cidî ye û di van rojan de ji ber sistiya pêbendbûn bi şîret û tedbîrên tendirustî, hêdî hêdî korona bilez dîsa belav dibe. Me di destpêka belavbûna koronayê de, daxwaz ji welatiyên hêja kir ku pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî bin, spasiya we dikim ku pêbend bûn û bi awayeke gelek baş pêşî ji belavbûna koronayê hate girtin û ev serkeftin bû cîhê giftûgo û baldariya gelek welat û saziyên navnetewî.

Mesrûr Barzanî da zanîn jî: Lê mixabin niha ev pêbendbûna han hinek sist bûye û hinek alî jî hewl bo bi siyasîkirina hewldanên hikûmetê yên rûbirûbûna koronayê dane, xwestin şîret û tedbîrên tendirostî bê nirx û bê fêde nîşan bidin, mixabin jiyana welatiyan bo xizmetkirina armancên siyasî xistiye metirsiyê.

Tekez jî kir: Niha ew in ku dijî şîret û tedbîrên tendirustî tev geriyane û hana xelk didan da ku pêbendî şîretan nebin, pêwîst e berpirsiyartiya xistine metirsiya can û tendirustiya welatiyan li stû bigirin û dawî bi lîstin bi jiyana xelkê bînin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de got: Ez careke din daxwaz ji tevahiya xwişik, bira û hevnîştimaniyan dikim pêbendî şîretên tendirustî bin û tendirustiya xwe û kesûkarên xwe û xelkê din jî ji ber bandora ev propagendeyê nexin nava metirsiyan.Selametiya we ji bo me ji her tişteke giringtir e.

Ş.E

326