Potîn û Erdogan li ser pêngavên nû derbarê Idlibê rêkeftin
ARK NEWS .. Wezîrê derve yê Rûsiya ragihand ku serokê Rûsiyê Filadîmêr Potîn û Receb Tayib Erdogan serokê Turkiyê rêkeftin li ser pêngavên nû derbarî cîbicîkirina rêkeftina devera bê çek li bajarê Idlibê ya ku di 17 ê Eylûna bûrî hatiye imzekirin .
Sêrgî Lavrof Wezîrê derve yê Rûsiya ji kenala Rûsiya yek re eşkere kir ku herdu serok Potîn û Erdogan derbarî rêkeftina bajarê Idlibê rêkeftin li ser stendina hejmarek tedabîrên tûnd ji bo rêgirî kirin li pêş encamdana êrîşan li ser bajarê Idlibê ji aliyê girûpên terorîst ve da ku rêkeftina Idlibê têk bibin , herweha rêkeftin li ser pêngavên nû ji bo rêzgirtina heman rêkeftinê bê ku Lavrof wan pêngavan eşkere bike
Ji dema encamdana rêkeftina bajarê Idlibê hêzên Rêjîma Esed di binpêkirinên xwe de li ser Idlibê berdewam e û roj bi roj êrîşên xwe zêdetir û tûndtir dike ku ev yek bû sedema derbederbûna bi hezaran malbat berev deverên aram , ku li gorî amarên Civaka Sivîl eşkere kirye ku piraniya derbederan ji bajarokê Cercenaz û gundê Eltih bûn .
Her di vê derbarê de ajansa Royterz ya nûçeyan ragihand ku di civîna dinavbera Potîn û Erdogan de li lûtkeya Ercentînê de hate encamdan serokê Turkiyê pêşinyar li ser serokê Rûeiyê kir yê ku lûtkeyeke din were encamdan ji bo gengeşekirina rewşa bajarê Idlibê.
Ji aliyê xwe ve jî wezîrê dervê yê Turkiyê Mewlûd çawîş Oglo ragihandibû ku eger girûpên terorîst û tûndrew yên li bajarê Idlibê dimîninrêkeftina Sûtşî binpê kirin di wê demê de hikûmeta Turkiyê bi awayekî rasterast wê destwerdanê di Idlibê de bikin .
Lava Abdou
991
