Efrîn.. Şer navbera du girûpên çekdar de derket

Efrîn.. Şer navbera du girûpên çekdar de derket

Jun 18 2018

Şer navbera du girûpên çekdar de li navenda bajarê Efrînê rûda.

Jêderek taybet ji nav bajarê Efrînê ji ARKê re ragihand ku duh Yekşemê 17/6/2018 bi şevê şer navbera çekdarên Hemzat û çekdarên Lîwa EL Şîmal de li taxa Rojava ji dusaydê ta nexweşxaneya Dêrsimê rûda.

Jêderê herwiha da zanîn ku ji wî şerî metirsî nav sivîlan de belav bû û xelkê kolan bi cih hiştin .

Ev ne şerê yekê ye ku navbera çekdaran de derdikeve, beriya demekê jî şer navbera Sultan Morad û Ehrar Şerqiyê derketi bû.
ŞÊXO EFRÎNÎ

618