Xwendekara serkeftî: Ez spasiya serok Mesûd Barzanî dikim

Xwendekara serkeftî: Ez spasiya serok Mesûd Barzanî dikim

May 30 2023

ARK NEWS... Xwendekareke penaber ji Rojava Kurdistanê di kolêja xwe de li Herêma Kurdistanê yekemîn derçû.

Roz Umer pileya yekê li ser asta beşê Endezyariya Peywendî û Elektronî di Zanîngeha Emerîkî de li Duhokê bi dest ve anî.

Xwendekara serkeftî taybet ji ARKê re got: Ez spasiya serok Mesûd Barzanî dikim ku derfet da min da ku ez di zanîngeha Emerîkî de bixwînim.

Da zanîn: Ez serkeftina xwe diyarî gelê kurd dikim.

Roz ji şêniyên gundê Gir kendal yê bi ser bajarê Dêrkê yê Rojava Kurdistanê ve ye.

Duh merasîmên derçûna xwendekarên zanîngeha Emerîkî bi rê ve çûn. Merasîmên bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dar ket.

108