Çalakvanekî kurd : Siyaseta PYDê di nav kampên Efrîniyan de dikeve xizmeta Turkiyê de .

Çalakvanekî kurd : Siyaseta PYDê di nav kampên Efrîniyan de dikeve xizmeta Turkiyê de .

Sep 15 2018

ARK NEWS .. Ji ber şer û pevçûnên giran li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku di 20/1/2018 ta 18/3/2018 berdewam kiribû bi hezaran ji malbatên kurdên Efrînê berê xwe dane derdora Helebê wek Fafîn , Hirîtan , Til refat , Dêr cemal , Nibul û Zehrayê .

Û ji wê demê de berpirsên PYDê ferman dan ku kampan ji wan derbederan re dirust bikin û 3 kamp li derdora Helbê ava kirin têde bi hezaran malbat cihê xwe girtin piştre siyaseta nehiştina vegera xelkê ji bo Efrînê yan çûna taxên kurdan wek Şêx meqsûd û Eşrefiyê li Helebê li ser derbideran meşandin.

Tevî rewşa wan derbederan ya xirab dûr ji çavên ragihandinê ye lê hin parçe vîdiyo hatin belavkirin têde xelk gilî û gazinên xwe derbarê neguhdana tendirustî û xizmetgûzarî dikin .
Roja pênşemê 13/9/2018 çalekvanan wênya çespandina kervanan li şûna konan li nava kampên derdora Helebê belav kir .

Çalakvanekî kurd ji Efrînê nexwest navê wî were eşkerekirin ji ARKê re ragihand ku bi çespandina kervanan li nava kampên derbederên Efrînê wateya ku veger ji wan re nemaye û ew dê di nava kampan de jiyana xwe derbas bikin .

Wî çalakvanî herwiha da diyarkirin ku siyaseta PYDê di nehişta vegera kurdên Efrînê ji bo Efrînê dikeve berjewendiya hikûmeta Turkiyê û girûpên çekdar de û dibe sedema guhartina demoxrafiya Çiyayê Kurmênc .

Zêdetir ji 100 hezar ji kurdên Efrînê li nav kampên derdora Helebê û Kobanê û Cizîrê de belav bûne û piraniya wan di rewşeke xirab de dijîn û beriya niha Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihandibû ku 1000 malbatên Efrînê li Kobanê û Cizîrê dijîn û gilî û gazinên xwe ji kêmbûna alîkariyan û pêşkêşkirina xizmetgûzariyan dikin bê ku berpirsên rêveberiya PYDê ya xweser guhdanekê bidin wan derbederan .

Ş.E

668