Çekdar gefa serjêkirina şervaneke dîl ya QSDê didin

Çekdar gefa serjêkirina şervaneke dîl ya QSDê didin

Oct 26 2019

ARK NEWS .. Li ser rê û rêbaza girûpên terorîst nexasim DAIŞê, girûpên çekdar yên nav li xwe dikin artêşa niştîmanî yên bi Turkiyê re êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilata Sûriyê kirine, tawanan di dermafê sivîl û dîl jin zarok de encam didin , bê ku cûdahiyê têxin navbera wan de .

Dûr ji yasayên danûstandinên dîlan û dûr ji pirensîp û rewşt û reftarên mirovan, bi şanaziyeke bilild û serfiraziyekê bi destkeftinan, girûpên çekdar wekû gurên dev bi xwîn li dor dîleke keç ye QSDê kom bûne. Bi peyvên xirap û neşêrîn û gefên serjêkirinê danûstandinê pê re dikin.

Şervana QSDê ya bi navê Çîçek Kobanê di 21ê Cotmeha 2019an wekû dîl ket nav lepên çekdaran de, piştî perçe vîdiyoya wê belav bû, serkrdayetiya YPJê daxuyaniyek belav kir tê de banga destêwerdana bilez ji Civaka Navdewletî xwest da ku jiyana şervana birîndar biparêze.

Li gor perçe vîdiyok din diyar dibe ku çekdarên feyleqa Mecid feyleqa 3 ketîbeya Darit Izê ew şervan dîl girtiye .

Ji aliyê xwe ve jî çalakvanan nasnameya fermandarê feyleqa Mecid diyar kir ku ji gundê Tirmanînê yê Helebê ye û navê wî Yasir Ebdul Rehîm pileya wî Raîd e di nav feyleqa Şamê, û yek ji damezînerên feyleqa mecd e ûdi êrîşa Efrînê jî beşdar kiribû .

Wekû her tawanekê fermandariya çekdarên nav li xwe dikin artêşa niştîmanî bi teserof ferdî ango bi kiryarek tekane bi nav kir.

Lê ji dema ku êrîş dest pê kiriye di dehan tawan hatine tomarkirin ku beriya tawana Çîçek Kobanê, hevkarên wan ji girûpên çekdar sifkatî bi canê şervana bi navê Amara û şanazî bi twanên xwe bi kişandina wêneyan kir ji bilî wê yekê bi dehan tawan têne encamdan lê ne li pêş çavan e lê dûr ji ragihandinê têne encamdan û bê ku sînor rêgir ji wan re hebe û were dayîn .

Ş.E

564