Serok Barzanî: Leyla Qasim nimûneyeke bilind ya jina kurd e
Serok Mesûd Barzanî peyamek di salvegera pêncemîn a darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê de belav kir û ragehand; Leyla Qasim nimûneya herî bilind ya jina kurd e, ku dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Leyla Qasim nimûneya bilind ya jina kurd e ku dîrok ji bo xwe û gelê xwe ava kir. Şehîdbûn wek serbilindî ji bo xwe pejirand , lê serê xwe ji bo celad û dijminan netewand.
Leyla Qasim û hevalên wê ji bo hemû kesekî wane û cîhê perwerdê ne ku wefadarî ji bo welat û bawerî û mirina serbilindî ya pir bi rûmettir ji jiyana bindestiyê ne.
Di pêncemîn salvegera darvekirin û şehîdbûna Leyla Qasim û Nerîman Fuad Mestî û Hesen Heme Reşîd û Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî de silav li ruhê wan ê paqij û hemû şehîdên rêya azadiyê.
Mesûd Barzanî
12.05.2024.
359
