Herdu Bingehên El`umer û Xirab Elcîr yên Emerîkî li Sûriyê hatin armanckirin
Mêlîsên ser bi Îranê ve jimareyeê bingehên Emerîkî li Sûriyê armanc kirin.
Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku mêkîsên ser bi Îranê ve devara kêlgeha El`umer ya petrolê li gundewarê Dêra zorê , mezintirîn bingehên emerîkî li deverê bi mûşekan armanc kir bê ku ziyanên canî hebin.
Jêderê da zanîn jî ku Berxwedana îslamî li Iraqê jî ji aliyê xwe ve devera bingeha Xiraab Elcîr li gundewarê Hêsekê yê rojavayê kurdistanê bi mûşekan armanc kir bê ku ziyan hebin.
Li gorî dawîn amara Wezareta Bergiriyê ya Emerîkayê ji 17 Mijdara 2023yan 130 car bingehên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê ji aliyê mêlîsên Îranê ve hatine armanckirin
221
