Ji destpêka sala nû ve .. derdora 10 kesan bûne qurbaniyên paşmayên şer li Sûriyê
Jan 07 2024
Di destpêka sala nû de, di encama berdewamiya teqîna paşmayên şer li seranserî Sûriyê derdora 10 kesan ku piraniya wan zarok in navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di heftiya yekê de ji sala nû ve di encama berdewamiya teqîna paşmayên şer li Sûriyê 5 zarok li deverên bin kontirola Rêjîma Esed de birîndar bûn, herweha li deverên bin kontirola QSDê de zarokek hate kuştin û du kesên dun birîndar bûn.
Herweha Rewangehê di sala bûrî dejî jiyanjidestdana 254 sivîlan di encama teqîna mayîn û bombeyên çandî li seranserî Sûriyê serbarî birîndarbûna 365 kesên din belge kiribû.
283
