Itîlaf daxwaza rewestandina êrîşan li ser Idlibê ji welatên gerentor dike

Itîlaf daxwaza rewestandina êrîşan li ser Idlibê ji welatên gerentor dike

Jan 09 2024

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî daxuyaniyek derbarê armanckirina Rêjîma Esed ji bajarê Idlibê re belav kir û têde daxwaz ji welatên gerentor re kir ku bi berpirsiyaretiya xwe derbarê rewşa Idlibê rabe û rêkarên pêwîst bo rawestandina tawanan li deverê werne standin.

Itîlafê di daxuyaniya xwe de dibîje berdewamiya armanckirina Rêjîmê û hevalbendên wê ji bajarê Idlib û wgundewarîn wê re pştrast dike ku Rêjîm guh nade yasa û peyman û biryarên navdewletî û mafên microvan, herweha bêrêzî û sivkatiyê bi rêxistin û desteyên navdewletî yê berpirs di rizgarkirina biryaran de dike.

Daxuyaniyê serbar kir û got di çarçoveya neguhdana Civaka Navdewletî û Rêxistinên Navdewletî di cîbicîkirina pabendiyên xwe yên yasayî û mirovî di rawestandina tawanên cengê yên Rêjîma Esed encam dide, Rêjîm rojane û bi şêweyekî hovane tawanan derheqê sivîlan encam dide û dê bibe sedema derbederbûna bi sedê hezaran kes.

Di dawiyê de Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî daxwaz ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Şandeyê NavdewlEtî yê taybet bo Sûriyê kir ku van êrîşan şermezar bikin û encamderan destnîşan bikin herweha daxwaza sizadana pêkînerên tawanan û xistina fşarê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî ji Civaka Navdewletî kir.




219