Balyozxaneya Amerikayê li Sûriyê şewitandina binkeyê PDK-Sê li Qamişlo şermezar kir

Balyozxaneya Amerikayê li Sûriyê şewitandina binkeyê PDK-Sê li Qamişlo şermezar kir

Apr 25 2024

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê şewitandina binkeyê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ya li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê bi daxuyaniyekî ragehand: Em şewitandina binkeyê PDK-Sê li Qamişlo şermezar dikin û pêwîste êrîşên ser ofîs û binkeyên partiyan li bakurê Sûriyê bên rawestandin.

Herwaha ragehand, pêwîste kesên binpêkirin pêkanîna divê bên ceza kirin û daxwaz ji hemû aliyan dikin ji gotar û axaftinên tund dûr bikevin û kar ji bo bidestanîna armancên xelkê Sûriyê bê bikaranîna tundiyê bikin.

39