Turkiyê gundewarên Eyn Îsa û Minbicê armanc kirin
May 13 2024
Turkiyê û girûpên çekdar gundewarên Eyn Îsa û Minbicê armanc kirin û di encamê de agir bi rûberên mezin ji zeviyên çandinîyê ket.
Jêderên xwecihî ji deverê ragihand ku duh Yekşemê Turkiyê û girûpên çekdar bi topan gundê Seyda li gundewarê Eyn îsa armanc kir, û di encamê de agir bi perhemên çandiniyê ket.
Li aliyekî din jî turkiyê bi topxaneya xwe ya giran zeviyên çandiniyê li gundewarê Minbicê jî topbaran kir û di encama wê êrîşê de rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê şewitîn.
181
