Daxuyaniya Encûmena Efrînê ya Sivîl li ser rewsa niha ya Efrînê

Daxuyaniya Encûmena Efrînê ya Sivîl li ser rewsa niha ya Efrînê

Sep 19 2019

ARK NEWS .. Encûmena Efrînê ya Sivîl li ser rewsa niha ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, îro Pênceşemê 19ê Îlona 2019an, daxuyaniyek belav kir. Naveroka daxuyaniyê ev e :

Ji kesekî ne veşartî ye karesatên bi ser Efrînê û xelkê wê de hatine, piştî ku hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk destê xwe danî ser wê û bû meydaneke vekirî li pêş wê ku xortan bixe şerên ti berjewendiya xelkê Efrînê tê de tune ye, vê yekê hîşt ku karvedanên ji aliyê Tirkî û grûpên çekdar bi riya operasyona "Şaxê Zeytûnê" li pişt xwe bîne, ta rizgarkirina wê û radestkirina wê ji xelkê wê re, ew jî li gor rêkeftina di navbera hemû aliyan de, lê pabendî bi bendên wê rêkeftinê nehat kirin û bendên wê nehatin bicihkirin, belkû ji encamên wê grûpên çekdar bi yekcarî dest danî ser hemû navçe, gund û bajarokê Efrînê û dest bi kiryarên dizî, talan, koçkirin û kuştinê kirin, bêyî ku rêzê li belgeyên mirovî bigirin, lewre vê yekê hîşt Encûmen daxwaza girêdana civîneke şêwirê derbarê tiştên bûne û dibin de bike, bo bi cidî li çareseriyên altirnatîv bigere ji bo derxistina Efrînê ji vê rewşa karesatî ya tê de dijî.

Li gor tiştên li jor hatine û li gor rewşa heyî û hejmarek hevdîtinên şêwirê di navbera endamên Encûmena Efrînê ya Sivîl li Koçberiyê de, li ser hejmarek xalan hat lihevkirin ku dê di demeke nêzîk de bên bicihkirin, ji girîngtirîn wan xalan:

1- Civîneke şêwirê ya berfireh bê girêdan, bi awayekî ku hemû aliyên sivîl, partîtî û çandî yên kurên Efrînê yên li Herêma Kurdistanê – Iraq dimînin lixwe bigire.

2- Navê Encûmena Efrînê ya Sivîl hat guhartin, armanc ji wê jî ew e, bo karê wê li ser doza Efrînê ne tenê bi derve ve girêdayî be.
3- Logoya Encûmenê hat guhartin, bo bi navê nû re bigunce û herwiha wek tekeziyekê jî ji rênimayên vê dawiyê hatine girtin re.
4- Kar bo pêşkêşkirina projeyeke nû ji pêşerojê re, ta ku li şûna projeya ku me dixwast û pêk nehatiye bigre.
Hemû biryar û têbînên hene, di civîna şêwirê ya dê di demeke nêzîk de li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bê girêdan de, dê bêne gengeşekirin.

Dest bi dest ji bo berjewendiya Efrîn û xelkê wê
Encûmena Efrînê ya Sivîl
2019.09.19

281