Efrîn .. Mûşekek li navenda bajêr ket (VÎDIYO)

Aug 29 2019

ARK NEWS .. Duh 28ê Tebaxa 2019an, danê êvarê Li taxa Vêlat li ser dusayda Rojava ya navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, derdora demijmêr 10 û 45 xulekan de mûşekek ji aliyekî nenas hat xwar, ziyan bi tenê madî bûn .

Li gor dîdevanan ji Dezgeha ARKê re dane zanîn ku dengê mûşekê gelekî bilind bû, û dema teqiyaye tirsek xiste dilê niştecîyên bajêr de. Ji aliyê xwe jêderên agahdar eşker kirin ku, derencamên wê mûşekê bi tenê ziyan madî bû, serbarî hin kesên derdora cihê bûyerê bûn, rast birînên sivik hatin .

Li gundên Efrînê jî li gor jêdereke taybet ji ARKê re tekez kiriye ku, hevdemê mûşek li ser bajêr de hatiye xwar, dengê teqîn û bombeyan ji derdora herêmê dihatin bîstin, tê gûmankirin ku ji aliyê Ezazê û Idlibê be . Ew yek metirsiyek li cem şêniyên gundan çê kir, ji ber ev cara yekê ye rûdaneke wiha tê tomarkirin .

Derbarê aliyê ku mûşek jê hatiye avêtin, nûçeyên cuda cuda belavbûn. Hin jêderan nîşan bi wê yekê kirin ku, eger heye ji Til Rifetê be, hin jêderan gotin ku eger heye ji Ezazê hatibe avêtin .

Ji aliyê xwe jêderekê got ev yek ji pilanên girûpên çekdar in, da ku mana xwe di herêmê de biçespînin, bi buhaneya ku hîn rewş ne aram e, û şanên PYDê hene da ku berdewamî bi hilmetên xwe bînin .

Li herêma Çiyayê Kurmênc teqîn di her demekê de rû didin, lê armanckirina navbenda bajêr wek bûyera Çarşemê, bo cara yekê ye hîn jî tu aliyekî berpirsiyaretiya xwe neaniye ziman .

Ş.E

425