Bîranîna 12an ya koçadawiya sekretêrê pêştir yê PDK-Sê Hac Deham Mîro

Bîranîna 12an ya koçadawiya sekretêrê pêştir yê PDK-Sê Hac Deham Mîro

Nov 02 2022

ARK NEWS... 12 sal bi ser koçadawiya xebatkarê kurd û sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " ku niha bi Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê tê naskirin Deham Mîro re derbas dibin.

Deham Mîro jidaykbûyê sala ( 1921ê ) li gundê Sêgira Mîro yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji destpêka jiyana xwe ve tevlî rêzên Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " bûye, û di sala ( 1970î ) de li kongira Nawbirdan ku bi serperiştiya Mela Mustefa Barzanî hate birêvebrin, bû sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " ku niha bûye Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya.

Di sala ( 1972an) de di kongira yekbûnê de ku li devera Bamirnê li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin careke din weke sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya " Elpartî " hate hilbijartin.

Di sala ( 1973an ) de û piştî ku li dijî pîlana Mihemed Teleb Hîlal ya bi navê Zinara Erebî ku bi Elhîzam Elerebî tê naskirin rawestiya, û daxuyaniyeke hişyariyê belav kir, û herwiha û ji ber helwêstên wî yên niştîmanperwer, li ser destê desthilatdariya Sûriyê hate girtin, bo dema ( 6 ) sal û ( 8 ) mehan di zîndanê de ma.

Deham Mîro yek ji xebatkarên dêrîn yên bizava rizgarîxwaza Kurd bû, û hevalekî nêzîkî yê Mela Mustefa Barzanî bû, û beşdarî di şoreşa Êlûnê de kir, û çendîn car weke çavdêr beşdarî di kongirên Partiya Demokrata Kurdistanê de kiriye.

Xebatkarê Kurdperwer Deham Mîro li rêkefta ( 2/ Cotmeha 2010an ) koça dawî kir, û li rêkefta ( 3/ 11/ 2010 ) termê Deham Mîro ji bajarê Dêrikê berev gundê Mozelanê ve hate birin. Li zêdê bav û bapîrên xwe bi xakê hate spartin.

193