Wezareta Gencîneya Emerîkî sizeyên nû li ser berpirsine Pasdarên Îranî sepandin

Wezareta Gencîneya Emerîkî sizeyên nû li ser berpirsine Pasdarên Îranî sepandin

Jun 03 2023

ARK NEWS... Wezareta Gencîneya Emerîkî sizane nû li ser sê berpirsine Pasdarên Îranî û companiyeke hêla esmanî ku navenda wê li Tukiyê ye û piştgiriya milîsên feyleqa Elqudis dike sepandin.

Di daxuyaniyeke xwe de Wezareta Gencîneya Emerîkî ragihand, ev kesên ku siza li ser hatine sepandin beşdarî di zinçîrekê ji karên terorî de kirine, di nav de karên terorî yên li dijî berpirsên hikûmeta Emerîkî û welatiyên Emerîkî û kesên dijber ji rêjîma Îranî re.

Wezareta Gencîneya Emerîkî diyar kir, ku siza her yek ji Mihemed Rîda Ensarî, Şehram Borsafî û Hisên Hafiz Emînî, berpirsên Pasdarên Îranî li xwe digirin.

Li gorî daxuyaniyê, siza li ser Mihemed Rîda Ensar hatine sepandin, ji ber rola wî di operasiyonên Pasdarên Îranî li Sûriyê de, û encamdana operasiyonên sîxorî û terorî li dijî dijberên rêjîma Îranî li derve serbarî armanckirina Du berpirsên berê di hikûmeta Emerîkî de.

Herwiha daxuyaniyê diyar kir, Hisên Hafiz Emînî hilgirê herdu regeznameyên Turkî û Îranî ji ber bikaranîna wî ji kompaniya (Rey Airlines) ya hêlên asmanî ku navenda wê li Turkiyê ye bo xizmeta milîsên feyleqa Elqudis di karên revandin û terokirina kesên ku ji rêjîma Îranî cuda bûyî li Turkiyê serbarî karê qaçaxiyê.

Wezareta gencîne ya Emerîkî serbar kir jî, sizayan her yek ji Rûhelah Bazqendî birêvebirê berê yê rêveberiya li dijî sîxoriyê di parastinên Pasdarên Îranî de û Rîda Serac Birêvebirê Sîxoran li xwe girtin, ji ber rola wan di aranckirina çalakvan û rojnamevan û dijberên rêjîma Îranî û binpêkirinên dermafê mirovan de.

Li gorî daxuyaniya Emerîkî siza hemû malûmilk û kompaniyên bi ser van berpisên Pasdaran li xwe digirin, serbarî sepandina sizayan li se her kesekî ku kar li gel wan dike.

152