Sedemên vegera liv û tevgera sivîla ya aştiyane li bajar û bajarokên Sûriyê çi ne?

Sedemên vegera liv û tevgera sivîla ya aştiyane li bajar û bajarokên Sûriyê çi ne?

Mar 18 2019

Digel derbasbûna şoreşa Sûriyê jibo sala xwe ya nehê, bûyerên vî dawiyê li parêzgeha Der’ayê rûdayî , carekî din liv û tevgera Sivîl ya aştiyane vejand , ku mîna sîmayên şoreşa Sûriyê li hundir û ji derve hatbû naskirin.

Di vê dema dawiyê de, carekî din xwepêşandan li meydana mizgefta Al'mrî ya bajarokê Der’a Albild derketin û hemî cadeyên wî bajarokî girt, ewjî jiber dûbare avakirina peykerê Hafiz Esed li meydana Tişrîn li navçeya wêstgeha Der’ayê , lewma dîsan durşim û siloganên şoreşê hatin bang kirin û taybetî jî durişma " millet daxwaza roxana rêjîmê dike" û durişma " em bi tere ne heta mirinê" , lê vê carê ev durşim jibo bajarê Idilbê bû, yê ku rastî komkujî û topbarana rojane ji aliyê mîlîsîyayên girêdayê Esed ve tên.

Rêjîma Esed siyaseta xwe yaku avakirî li ser bingehîn istifzazê , ziberiya leşkerî û ewlehî neguherîye, tevî ku di sala (2018)de, beşek berifire ji xaka Sûriyê û bipiştevaniya Rosiyê kontrol kirîye, bihinceta rêkeftinên " lihevhatinê" wek çawe li Der’a û Xota Şamê ya rojhilat û gundewarê bakorê Himsê , ew siyaseta Rêjîmê jî dibe sedemê bihêzvegera liv û tevgera Sivîl û xwepêşandanan li hemî navçeyên lihevhatinê li Sûriyê û ne tenê li Der’ayê.

Li gor şirovekaran, sedemên bihêzvegera vê liv û tevgerê, jibo du sideman e, ew jî yek , berdewamiya Rêjîmê di siyaseta xwe û ya Îranê jê re nexşekirî ku bingeha wê li ser tepeseriyê , çareserîya leşkerî , ewlehî û kirkirna her dengekî li dijî wê.

Sedemê diwê jî, ewe ku, gropên çekdar yên opozisiyonê nikarî bû, li cadeya şoreşê xwedî derkeve û rolekî ji milletê şoreşger re bibine û wan mîna fişarekê xwecihî û navdewletî jibo bidestveanîna armancên şoreşê bikar bîne.

r.o

334