Serokatiya Kurdistanê daxwaza qerebokirina qurbaniyên Enfalê ji Iraqê dike
ARK NEWS .. Bi salvegera enfalkirina navçeyên Badînanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza qerebokirina qurbaniyan ji Hikûmeta Iraqê dike.
duh25ê Tebaxê 2019an 31yemîn e ji salvegera enfalkirina xelkê devera Behdînan ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve hatiye kirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê bi vê boneyê peyamek belav kir û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir mexdûrên enfalê qerebû bike.
Ev jî peyam serokatiyê ye :
“Di çarçoveya operasyona komkujiya enfalê de, ku sala 1988 ji aliyê rêjîma Beis ve li hember xelkê sivîl yê Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurdistanê hatin wendakirin û şehîdkirin û bi hezaran gundên Kurdistanê hatin wêrankirin, em îro enfala Behdînan bibîr tînin.
Enfala Behdînan di dûmahîka pêla enfalê de hat kirin. Ji roja 25 Tebaxa 1988 heta 6 Îlona heman salê tevahiya navçeyên devera Behdînan da ber xwe. Di wê operasyonê de ku pênc tabûrên artêşê beşdar bibûn, ji kîmyabarana gundan û xelkê bigire heta girtin, kuştin, sirgûnkirin, wêrankirina mizgeftan û dêr û cihên din hatin kirin. Yên ku rizgar jî bûn reviyan Îran, Tirkiye û welatên din.
Em bi rêz û hurmet şehîdên enfala Behdînan bibîr tînin û dîsa daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, li ser esasê fermana dadgeha bilind ya tawanan ya Iraqê, ku enfal wek sûcên dijmirovî û jenosayd hatiye qebûlkirin, wezîfeya xwe ya qanûnî û exlaqî bicîh bîne û mexdûrên enfalê qerebû bike. Her wiha em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin zêdetir xizmeta mexdûrên enfalê bike û pêdaçûnê li dû windabûyan bike yek ji karên xwe yên pêşîne.”
600
