121 Hecxwazên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Si'ûdiyê
Jul 27 2019
Pşitî çend rojan 121 hecxwazên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Şahnişîna Erebî ya Si'ûdiyê ji bo pêkanîna ferîzeya Hecê.
Li gorî ofîsa Hewlêrê ya bi ser Komîteya Bilind ya Heçaciyên Sûriyê ya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê ku îsal 121 heçxwazaên Rojavayê Kurdistanê navê xwe tomar kirine, 45 ji wan hecxwazan wê ji Rojavayê Kurdistanê werin û yên din ji penaberên ku li Herêma Kurdistanê dmînin ne.
li gorî wê Komîteyê ku niha hemû tedabîr jbo amadekirin û pêşwazîkirin û birêkirina wan hecxwazan li Herêma Kurdistanê hatine kirin û dê roja 5ê meha bê berev Si'ûdiyê ve birê kevin.
448