Rêber Ehmed: PKKê û PYDê yek in

Rêber Ehmed: PKKê û PYDê yek in

Nov 10 2023

Wezîrê Hundirîn yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di lêdwanekê de got ku PKKê raperîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê têk bir û ji nav bir.

Ehmed di çarçoveya beşdariya kongira Destpêşxeriya Iraqî di peymangeha karûberên navdewletî li Lendenê de, got: Di sala 2014an Dema DAIŞê serî hildaye, PKKê xwe weke PYDê da naskirin, lê ew yek ji kesekî ve nayê veşartin ku serkirde û fermandarên PKKê li Bakur Rojhilatê Sûriyê ne (Rojavayê Kurdistanê), û her du alî jî yek in.

Wezîrê Hundirîn yê Herêma Kurdistanê tekez kir: Piştevaniya ku PKKê di rêya baskên xwe yên Li Sûriyê ji hêzên navdewletî werdigire, tenê bo rûbirûbûna DAIŞê û parastina xelkê ji rêxistina terorî ye.

Kongir beriya du rojan bi rê ve çûbû, hejmarek mijar û babetên din yên girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

273