Ziman 8 .. Aloziyên Ferhengên Kurdî û Pîvanên Ferhengsaziyê

Ziman 8 .. Aloziyên Ferhengên Kurdî û Pîvanên Ferhengsaziyê

Jun 29 2019

Aloziyên Ferhengên Kurdî û Pîvanên Ferhengsaziyê

Bi sedan ferhengên bi kurdî û bi zimanên din hene , her wiha ferhengên bi zimanên din û bi zimanê kurdî jî hene. Lê belê, ew ferhengên kurdî hene jî tenê peyvan li dû hev rêz dikin. Her wisa, ferhengên kurdî gelek kêmûkurî tê de hene mîna ku çendîn peyvên rojane bi kar tên têde tune ne yan çewtiyên nivîskî, rêzimanî, wateyî yan gelek pîvanên din yên di zimanên serdest û cîhanî de mîna ferhengên Oxford û Longman li ber çav nehatine girtin ji ber ku zimanê kurdî ne zimanê fermî bû û ne jî zimanê xwendinê bû. Bi ser de jî çawa sînor welat perçe kir ziman jî tarûmar kir. Lewma, tu komelgeh yan peymangeh tune bûn da ku barê zimanê kurdî wek zimanekî berferh, giştî, rêkûpêk û yekgirtî li xwe bigirta.

Herçend niha derfet û destkeft pir in û heyam ta radekî guherî ye, lê sed heyf û mixabin heya niha tu ferheng kurdî- kurdî nehatiye çêkirin li gor pîvanên ferhengên zimanên cîhanî yên sazî, komlegeha zimanzanan danîne .

Gelo ev pîvan û krîterên ferhengek akademî kurdî - kurdî yên divê daner û çêker çi wek takekes û çi wek sazî dibe li ber çavên xwe bigirin çi ne ?

1- Danerê ferhengê divê pispor û şarezayê zimanê kurdî be bi giştî û di warê zimanzanî de bi taybetî.

2- Divê ew pispor be di warê ferewateyî de (polysemy), ango ew gerek zanibe ku dibe ku bêjeyek gelek wateyên cuda dide. Divê ew xal bi mînak di ferhengê de were zelalkirin.

3- Divê ew şareza be di warê hevwateyî de (synonomy), ango gerek ew zanibe ku çendîn peyv hene wateyên wan nêzîkî hev in, lê ew heman wate sedî sed nadin. Ango, divê cudahiya hevwateyên curbicur li gor zaravayan yan li gor hatina wan hevwateyan ji zimanên din yan li gor wateyên wan di ferhengê de were xuya kirin li gel mînakan.

4- Divê danyarê ferhengê pispor be di watesaziyê de (semantics), ango zanibe ku wateya peyvekê bi derbasbûna demê re hatiye guhertin ; yan teng bûye di devokekê de û li zaravayek din fereh bûye yan jî wateya peyvê erênî ye li herêmekê û neyînî ye li deverek din. Herwisa, divê ew zayenda peyvan zanibe; mêza, nêrza, ji herdu zayendan re tê bikaranîn yan ew peyv tenê ji mirovan re yan ji cineweran re jî tê bikaranîn .

5- Divê danerê ferhengê pispor be di warê peyvsaziyê de ( morphology), ango di dariştin û sazkirina peyvan de zana be da ku cureyê peyvê nîşan bike ( lêker, navdêr, rengdêr, yan hoker be ). Herwiha, gerek ew zana be di peyvsaziyê de ji bo çêkirina peyvên nû yên berê tune ne di ferhengên berê de da ku zimanê kurdî bi demê re bimeşe û xwe bi zimanên din gihîne.

6- Divê zarav û biwêje di ferhengê de ber çav were girtin û ronî kirin bi gelek mînakan.

7- Divê pend û şîretên kurdî di ferhengê de cihên xwe bigrin û were parastin.

8- Divê bêjeyên bi koka xwe ne kurdî ne di ferhengê de cihên xwe bigrin ji ber ku ew peyv bi sed salan cihên xwe di zimên de girtine, her wiha, tu ziman pak sedî sed tune ne. Lewra, ew peyv li gor qirk û heyama morfo-fonolocî ( morpho- phonology) bûne peyvên kurdî, lê divê kok û etîmolociya wan peyvan were ronîkirin.

9- Divê bêje bi kurdî werin ravekirin û şirovekirin li gel mînakan û hinek wêne yan şêwe yan nexşan.

10- Divê ew ferheng kopî û malperek xwe elektronîk hebe da ku her sal were lêvegerandin û peyvên nuh li xwe bigre. Herwisa, hemû têbîn û şirove ji hêla pisporên zimên ji her aliyekî welêt werin nirxandin û li ber çav werin girtin.

11- Divê devok û zaravayên serekî hemû ber çav were girtin û peyvên resen yên di hin devokan de hene li sûna peyvên biyan û bêgane were girtin ji ber ku gelek peyvên kurdî resen hene lê veşirtî û xweciheî mane.

Rast e komkirin û rêzkirina peyvan li dû hev di demekê de girîng bû ji bo parastin û lêxwedîderketina zimanê kurdî, lê belê pêdiviya me bi ferhengek akademî kurdî- kurdî heye ji bo zimanekî kurdî pêşketî, serdemyane, yekgirtî, giştî û rêkûpêk. Ew bar bi pileya yekem di histuyê deselata herêma Başûr de ye û paşê di berpirsyariya sazî û peymangehên zimanê kurdî de ye.

Bavê Saman
Efrîn di 6/6 / 2019

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

649