Efrîn .. Biryarek metirsîdar derheqê kurdan derketiye

Efrîn .. Biryarek metirsîdar derheqê kurdan derketiye

May 14 2019

ARK NEWS .. Roj bi roj pêla derbideriyê ji Herêmên Erebî berev Efrîna Rojavayê Kurdistanê zêde dibe ku ew malbatên ereb yên derbider ji aliyê girûpên çekdar ve têne bicîkirin û malên kurdan têne desteserkirin .

Ji bilî wê yekê biryarek metirsîdar ji aliyê girûpên çekdar ve di vê dema dawiyê de derket û ew yek bi pilanek ji bo nehiştina kurdan ji Efrînê hate binavkirin .

Li gor tomereke dengî taybet ji dezgeha ARKê re hatiye şandin tê de welatiyekî kurd dibêje ku çekdarên Emşat li gundê Qermitliq yê Şiyê biryarek metirsîdar ji çarenivîsa kurdan re derxistiye ew jî divê malbatên ereb bi malbatên kurdan re bi cî bibin û jiyan bi hevre di heman malê de derbas bikin .

Heman jêderê di tomara ku nexwest dengê wî belav bibe da xuyakirin ku biryar ji çend rojan ve ketiye warê cibicîkirinê de û eger di malekê de sê ode hebin divê xwediyê mal odeyekê ji xwe re dabeş bike û herdu odeyên din li ser malbatên ereban werin belavkirin .

Biryara bicîkirina ereban di heman malên kurdan de bû cihê nerazîbûna kurdan û bi pilanên guhertina demoxrafiya herêmê bi nav kirin û gotin mebest jê ew e da ku kurdên mane jî dest ji xaka xwe berdin ji ber ku erebên hatine bicîkirin gotinên dûr ji rewştê arastey xwediyên resen dikin lewma dibe fişarek ji derketina wan ji malên xwe re .

Li aliyekî din li gor şêniyên gund ku ereb û kurd du çandên cuda ne û tu carî bi hevdu re naguncin û teeqlum nabin .

Ev yek êdî bûye diyarde ne bi tenê li gundê Qermîtliqê ye lê li gundê Mûskê yê Raco û hin gundên din berbelav bûye .

Bicîkirina ereban di malên kurdan de hevdemê nehiştina PYDê ji vegera bi deh hezaran kurd li nav kampan ji bo Efrînê tê encamdan û di encamê de Çiyayê Kurmênc bû herêmek erebî û Kurd bûne kêmnetew .

Ş.E

486