Qamişlo .. Xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist
ARK NEWS .. Li bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê Encûmena Şaxî ya taxa Rojava ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal Îna bûrî 16ê Tebaxa 2019an li dar xist.
Civîn bi amedebûna piraniya endaman û bi serpireştiya Çinar Cindo Endama Encûmena Xwecehiya Rojava ya Qamişlo bi rê ve çû.
Civîn wekû her car bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan . Piştire behsa rewşa siyasî û pêşhateyên dawiyê hate kirin.
Di civînê de ameje bi herêma aram hate kirin herwiha tekezî li ser ektîvkirina rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di vê qonaxa zehmet û hestiyar de hate kirin.
Ş.E
557
