PDK-Bakur, derbarê êrîşên ser ENKSê daxuyaniyek nivîskî belav kir

PDK-Bakur, derbarê êrîşên ser ENKSê daxuyaniyek nivîskî belav kir

Apr 23 2022

PDK-Bakur derbarê êrîşên ser ENKSê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bang li rêveberiya xweser kir wan êrîşan rawestîne.

Daxuyanî waha ye:

Banga PDK-Bakur Derbarê Êrîşên bi ser ENKSê ve

Piştî êrîşên serbazî ên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ku bi hinceta hebûna PKKê têne kirin, li Rojavayê Kurdistanê milîsên girêdayî PYDê agir berdan ofîsên ENKSê û êrîş birin ser endamên wan. Her çiqasî “Rêveberiya Xweser” bibêje ku ti pêwendiya wan bi êrîşan nîne jî, lê ji herkesî re diyare ku ew milîsên êrîşkar li ser heman rêbaza siyasî ne.

Bi heman rengî, heta roja îro hêza desthilatdar a Rojavayê Kurdistanê ku ew jî “Rêveberiya Xweser” e, yek êrîşkar bi tenê jî dernexistiye pêş dadgehê û berpirsyariya xwe bi cî neanî ye û ev yek jî nîşan dide ku ew bixwe jî piştgirên wan çalakiya ne.

Ev çalakiyên tûndrê ên ku ev rêbaza siyasî li hemberî tevgereke siyasî dike nayêne qebûlkirin û bi taybetî jî di demekê de ku ev rêbaz bi şev û roj behsa “Yekîtiya Netewî” dike. Ev helwest, ziyanê dide berjewendiyên niştimanî ên Kurdistanê.
Partiya me PDK-Bakur, ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku wan êrîşan rawestîne û berpirsên wan darizîne. Bi heman rengî partiya me bibîr dixe ku bêyî lihevkirina ENKS û PYNKê mafên netewî nayêne misogerkirin û ji bo vê jî hewil û keda pêwîst ji herdû aliyan dixwaze.

403