Mihemed Ismaîl behsa naveroka civîna şêwirî ya ENKSê li bajarê Qamişlo dike

Mihemed Ismaîl behsa naveroka civîna şêwirî ya ENKSê li bajarê Qamişlo dike

Jul 16 2023

ARK NEWS... Partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê îro 16ê Tîrmeha 2023yan, civîneke şêwirî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Derbarê naveroka civînê, Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya got: Di civînê de me behsa gelek mijarên siyasî û rêxistî kirin.

Ismaîl da zanîn ku li ser pêşhateyên dawiyê girêdayî kirîza Sûriyê û helwêstên cuda rawestiyan, serbarî civîna çaralî ya Rûsiya, Turkiya, Iran û rêjîma Sûriyê, her weha ger û gavên dîplomasî yên vê dawiyê.

Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya tekez kir ku hin mijarên rêxistinî jî hatin gotûbêjkirin.

208