Eger heye buhayê 1 dolarê Emerîkî bibe 1000 L.S

Eger heye buhayê 1 dolarê Emerîkî bibe 1000 L.S

Sep 12 2019

ARK NEWS .. Jêderên abûrî dibêjn eger heye buhayê dolarê Emerîkî li hember leyreya Sûrî bêtir bilind bibe , û di dema niha de daxwaziyek nepêşbînîkirî li ser dolarê Emerîkî heye.

Piştî ku buhayê yek dolarî Emerîkî di çend rojên bûrî de gihişte nêzîkî 700 lêreya Sûrî , pêşbînî tê kirin ku buhayê dolarê Emerîkî li hember lêreya Sûrî bilindtir bibe , û buhaê yek dolarî bibe 1000 lêreya Sûrî .

Weke jêderên abûrî didine xuyakirin ku sedema daketina buhayê leyreya Sûrî ew e ku Sûriya dorpêçkiriye ,û Emerîka kar li ser hişkirina jêderên darayî yên rêjîma Sûriyê dike , û di heman demê de nakokî navbera Beşar Esed û Ramî Mexlûf li ser hêla Sîryatêl dirust bûye .

433