Zerîf: Kuştina Silêmanî helwêsta Îranê ya li Sûriyê naguhere

Zerîf: Kuştina Silêmanî helwêsta Îranê ya li Sûriyê naguhere

Apr 21 2020

ARK NEWS .. Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevdîtina bi Serokê Sûriyê re piştevaniya welatê xwe ji rêjîma wî re tekez kir û got: “Kuştina Qasim Silêymanî ti guhertinekî di helwêstê Îranê yê li hember Sûriyê çênake.”

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duh 20.04.2020ê ji bo serdanekê çû Şamê û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya û pêşkeftinên dawiyê li bakurê Sûriyê û destwerdana Tirkiyê guftûgo kirin.

Herweha Zerîf tekez kir, helwesta Îranê ji krîza nayê guhartin, heta piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Îranê û got: “Îran dê li herêmê piştevaniyê li şer û berxwedana li dijî terorê bike.”

Zerîf ragehand, danûstandinên Îran, Tirkiye û Rûsyayê wek welatên garantor ên Astanayê dê di demeke nêzîk de destpê bikin.

365