ARK navê 3 girtiyên din ên kurd di zîndanên Rêjîmê de belav dike

ARK navê 3 girtiyên din ên kurd di zîndanên Rêjîmê de belav dike

May 09 2019

ARK Azadiya Rojavayê Kurdistanê di belgekirin û belavkirina navên girtiyên kurd di zîndanên Rêjîma Esed de berdewam e, û niha jî navê sê girtiyên din belav dike, ew jî ev in:

1-Ridwan Ferhan Osman, jidayikbûyê gundê Xirêçka yê gundewarê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê sala 1978an e, malbata wî dibêje ku sala 2013an Ridwan li Şamê hat girtin û hin zaniyarî hene ku ew li zîndana Kefersûsê ya Şamê ye û ta niha çarenivîsa wî nehatiye naskirin.

2-Fêsel Ehmed Omer jidayikbûyê gundê Nebî Sadî yê bi ser bajarokê Çil Axa ve sala 1982an e, li navçeya Xan Elşêx ya Şama paytexta Sûriyê roja 04.01.2013an dema di nava zeviyekê de kar dikir li gel hejmarek cîran û xelkên wê navçeyê ji aliyê Rêjîmê ve hat girtin, û piştî sê rojan ew hemû kesên hatine girtin ji bilî Fêsel serbest hatin berdan û ta weke îro jî hîn çarenivîsa wî nehatiye naskirin, Fêsel bavê du keç û kurekî ye.

3-Rêzan Ebdulqadir Mela Hemze, jidayikbûyê gundê Girbikêl yê bi ser bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê sala 1980î ye, bavê çar zarokan e, roja 10.04.2014an li gel otombîla xwe li Şamê windabûye û hin zaniyarî hene ku ew li ser rêbendeke Rêjîmê hatiye girtin û ta weke îro tu zaniyarî li ser nehatine wergirtin.

Ji blî van her sê navên navborî, bi dehan welatiyên din yên kurd di zîndanên Rêjîma Sûriyê de ne û çarenivîsa wan nehatiye naskirin.

316