Hevpeymaniya Navdewletî  di şandina hêzan  de bo  Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Hevpeymaniya Navdewletî di şandina hêzan de bo Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Apr 26 2024

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, balafireke Hevpeymaniya Navdewletî ya barkirî bi alavên leşkerî li rojavayê kurdistanê hat danîn.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku duh Pênşemê 25ê Nîsanê balafireke hevpeymaniyê ya barkirî bi alavên leşkerî û locistîk û leşkeran li balafirxaneya bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê danî.

Roja 23ê Nîsanê jî balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li devera bingeha Qesrik li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê danî.

50