Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê li Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê li Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê

Feb 17 2024

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munchena Almanyayê bibe ber bi wî welatî ve birêket û îro hejmarek hevdîtin li gel rêveber û berpirsên payebilindên welatan pêkanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiriakos Miçotakis civiya û di hevdîtinê de derfetên pêşxistina peyvendiyên Yûnanîstan û Iraq û Herêma Kurdistanê, herwaha berfirehkirina hevkariyên hevbeş, rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê, peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên çareseriya wan, gef û metirsiyên terorîzma DAIŞê yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Piştre jî Serokê Herêma Kurdistanê îro 16.02.2024ê li gel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres civiya û derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê, astengî û metirsiyên ser aramî û seqamgiriya Iraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya bernameya hevdîtin û civînên li Konferansa Ewlehiya Munchenê de li gel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim El Sanî civiya.

Alîkariyên Qeterê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo tekoşîna dij metirsiyên teror û astengiyên ewlehiyê, li gel çend pirsekî din hatin gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeyekî senatoya Amerîkayê ya bi serokatiya Senator Don Sull civiya derbarê peyvendiyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj hate kirin û pêşketinên dawî yên ewlehiyê li Iraqê hatin behs kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewama hevdîtinên xwe de li gel Wezîrê Berevaniya Brîtanya civiya û di hevdîtinê de ji ber tekoşînda dijî terorê û şerê dijî DAIŞê spasî û pêzanîn ji bo alîkarî û piştevaniya Brîtanya li Iraq û Herêma Kurdistan kir û behsa pêşxistina alîkariyên hevbeş jî hate kirin.

Herwaha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvariyê jî li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiya û derbarê derfet û pêşxistin û bihêzkirina peyvendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin, herwaha danûstan li ser pêşhateyên navçeyê bi giştî jî hatin kirin.

Di çavçoveya hevdîtinên li Konferansa Ewlehiya Munchenê de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Almanyê yê karûbarên Berevaniyê Siemtje Moller jî civiya.

114