Çekdarên Elemşat astengiyan ji kesên vedigerin Efrînê dirust dikin

Çekdarên Elemşat astengiyan ji kesên vedigerin Efrînê dirust dikin

Apr 26 2024

Li Efrîna rojavayê kurdistanê girûpên çekdar pereyên zêde li ser welatiyên kurdyên vedigerên ser zêdên xwe disepînin.

Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku duh 25ê Nîsanê çekdarên Elemşat li himber radestkirina mala wî 10 hezar dolarê Emerîkî li ser welatiyê kurd Mustefa Bîlal Bîlal li navçeya Şiyê sepand, ew jî piştî vegera wî ji bajarê Helebê bo ser zêdê xwe .

Jêderê serbar kir ku piştî welatiyê kurd Fexrî Ehmed Mûsko bi neçarî ji Turkiyê hate vegerandin bo gundê xwe Çiqela Jorîn , heman çekdaran ew neçar kir li ser dana 3 hezar dolarê Emerîkî.

Pêş wext çekdarên Elemşat herdu xwişk Nazliya Muhemed Hemûd ya 18 salî, û Narîn Muhemed Hemûd ya 20 salî ji gundê Gurzîla Çomî li gundewarê Efrînê revandin, ku herdu xwişk û xwedî pêdiviyên taybet in,û berya demekê ji Helebê vegeriyabûn zêdê xwe.



49