Li bajarê Efrînê motoreke bomberêjkirî teqiya

Li bajarê Efrînê motoreke bomberêjkirî teqiya

Dec 23 2023

Duh, Înê 22ê Berçileyê, navenda bajarê Efrînê yê R. Kurdistanê, teqîna motosîkleteke bomberêjkirî hejand.

Çavkaniyên taybet ragihandin ku danê êvarê demjimêr heftê êvarê de li nêzî Qada Newroz ya li navenda bajarê Efrînê motorsîkletek bomberêjkirî teqiya û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Berevaniya Sivîl a Sûriyê diyar kir ku tîmên wê cih kontrol kirin û tekez kirin "ku ziyanên canî di nav sivîlan de çênebûn, di heman demê de ziyanên madî kêm bûn".

Di 18ê Mijdara borî de, di navenda bajarê Efrînê kamyoneke bomberêjkirî li deriyê rojhilatî ango (Qews) , li nêzîkî xaleke pişkinînê ya “polîsên leşkerî” ku di encamê de 19 kes bi birînên cuda birîndar bûn.

89