Ferensa û NY doseya alîkariyên mirovî li Sûriyê gotûbêj kirin

Ferensa û NY doseya alîkariyên mirovî li Sûriyê gotûbêj kirin

Mar 24 2024

piştî banga Netewên Yekgirtî ji komkirina 4 milyar dolar ji bo Sûriyê, şandeya Ferensî bo Sûriyê Birêjît Kormî li gel berpirsa navnetewî Adîm Wisorn doseya alîkariyên mirovî li Sûriyê gotûbêj kir.

Kormî li ser tora civakî X ragihand ku ew li gel birêvebira beşê piroseyan û alîkariyan di NY civiya.

Serbar kir û got em di hewlên xwe de ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xelkê berdewam in, û em ê pabend bin di dabînkirina pêdawîstiyên gelê Sûriyê de.

72