Bêdirson: welatiyên Sûrî  ji bo bicîhiştina welat jiyana xwe dixin metirsiyê de

Bêdirson: welatiyên Sûrî ji bo bicîhiştina welat jiyana xwe dixin metirsiyê de

Apr 26 2024

Şandeyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê hoşyarî da ku nabe Sûriyê bibe qadeke şer ya vekirî ji her aliyekî re.

Di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî ya derbarê Sûriyê de Gêr Bêdirson Şandeyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê ragihand ku ya şaş ku milmilaniya Sûriyê were paşguhkirin, ji ber ku ne milmilaniyek sirkirî ye, û bandora wê ne li ser Sûriyê bi tenê ye.

Bêdirson tekez kir ku pêwîst e şerê herêmî, bi taybetî şerê li Xezayê were rawestandin, û kar li ser rawestandina şer li seranserî Sûriyê li gorî biryara 2254 were kirin.
Li gorî Bêdirson tu amajeyên aramiyê li seranserî Sûriyê nine, belkû milmilaniyên berdewam , tundûtûjî, şer û armanckirin hene.

Got jî gelek xelk li Sûriyê dixwazin dev ji welat berdin û berê xwe bidin welatên cîran û ji bo vê yekepiraniya wan jiyana xwe dixin metirsiyê de.





45