Serok Barzanî: Em piştevaniya ji nû ve destpê kirina danûstanên Amerîka û Iraqê dikin

Serok Barzanî: Em piştevaniya ji nû ve destpê kirina danûstanên Amerîka û Iraqê dikin

Jan 26 2024

Serok Barzanî peyamek parve kiriye û tê de dibêje, “Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwaha em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Iraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re.

Serok Barzanî şeva borî 25.01.2024 di peyamekê de ragehand, “Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwaha em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Iraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re, ji bo darêtina peywendiyên paşerojê di çarçoveya mijara serbazî û ewlehiyê de, pêxemetî gerentîkirina berdewam a berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya welatî ji êrîşên derekî bi parastin û silametiya Herêma Kurdistanê jî ve”.

Serok Barzanî herwaha amaje daye, “Danûstandin yekane rêya durist e ji bo avakirina peywendiyên hevseng li ser bingeha berjewendiyên hevpar di navbera Komara Iraqê ya Federalî û Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê de”.

Daxuyanî û peyama Serok Barzanî waha ye:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwaha em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Iraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re, ji bo darêtina peywendiyên paşerojê di çarçoveya mijara serbazî û ewlehiyê de, pêxemetî gerentîkirina berdewam a berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya welatî ji êrîşên derekî bi parastin û silametiya Herêma Kurdistanê jî ve.

Danûstandin yekane rêya durist e ji bo avakirina peywendiyên hevseng li ser bingeha berjewendiyên hevpar di navbera Komara Iraqê ya Federalî û Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê de.

Mesûd Barzanî

25.01.2024

132