Mêlîsên Îranê bingeha Emerîkî li Xirab Elcîr armanc kir
Mar 25 2024
Careke din mêlîsên bi ser Îranê ve dest bi êrîşkirinê li dijî bingehên Emerîkî li Sûriyê kirin.
Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku mêlîsên Îranê îro Duşemê ( 25/3/2024 )، bi dron û mûşekan êrîşî bingeha Xirab Elcîr ya Emerîkî li başûrê Rimêlan li rojavayê kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve jî kenala Elmeyadîn ya nêzîk ji Îranê got ku bingeha Xirab Eêcîr bi 3ê mûşekan hat armanckirin , û ew mûşek di nava bingehê û derdora wê ketin xwarê.
Herweha Serbar kir ku piştî wê êrîşa mûşekî êrîşeke din li ser heman bingehê bi dronekê hat earmanckirin, bê ku ziyanên wan êrîşan were naskirin
52