Çekdarên PYDê Hesam Dorsin pismamê serkirde Behzad Dorsin revand
Li bajarê Dêrikê yê rojavayê kurdistanê Çekdarên PYDê Hesam Dorsin endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gela Demokratî Kurdistanî revand û berev cihekî ne diyar ve birin.
Roja Duşemê ( 1/4/2024 ) çekdarên PYDê Hesam Ebdulla Dorsin endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gela Demokratî Kurdistanî, û kur mamê Behzad Dorsin serkirde di PDK-Sê li bajarê Dêrika rojavayê Kurdistanê revand û ew berev cihekî ne diyar ve birin, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Di rojên bûrî de çekdarên PYDê her yek ji rojnamevan Rakan Ehmed ji Girkê Legê, rojnamevan û çalakvan Merwan Hisên Leyanî ji bajarokê Girkê Legê, û rojnamevan Ehmed Sofî ji Dêrikê revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
78