PDK û YNK rêkeftina avakirina hikûmeta Kurdistanê îmze kir

PDK û YNK rêkeftina avakirina hikûmeta Kurdistanê îmze kir

May 07 2019

ARK NEWS .. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îmze kir.

Şandên danûstkar ên PKD û YNKê li ser çawanî û dabeşkirina postên di kabîne nûya Kurdistanê de rêkevtin.

Roja Yekşema bûrî 5/5/2019 şandeka PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê bi rayedraên YNKê re hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê, rêkevtina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Giştî yê YNKê Kosret Resûl do merasîmekê de rêkeftin îmze kirin.

Piştî îmzekirina rêkevtinê Nêçîrvan Barzanî derbarê proseya lihevkirinê de got: “Piştî heyameke dûr û dirêj îro me rêkevtina çawaniya pêkanîna hikûmeta nû îmze kir. Bêguman pêvajoya giftûgoyan bi hêsan nebû, lê me heyameke dijwar li dûv xwe hişt. Tişta girîng ew bû ku bi rêya giftûgoya ew pêvajo bi dawî bû û em bi keyfxweşî pêşwazî li vê yekê dikin. Min pêştir jî gotibû pêkanîna demokrasiyê zehmet e, lê aliyên peywendîdar gihîştin encamê. Em di vê çarçoveyê de ligel birayên xwe yên Goran û YNKê gihîştin rêkeftinê.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew li ser pêkanîna nehemîm Hikûmeta Kurdistanê li hev kir û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku aliyên di hikûmetê de cih bigirin gavên pêwîst ên ji bo başkirina rewşa welatiyan bavêjin. Jib o hikûmet çak û bibandor bibe divê em zêdetir hewl bidin. Herwiha ji bo başkirina rewşa welatiyên divê em baş bixebitin.”

584