Qamişlo.. Kirîza sotemeniyê berdewam e û xwedanên otombêlan nerazîn e

Qamişlo.. Kirîza sotemeniyê berdewam e û xwedanên otombêlan nerazîn e

Dec 05 2023

Kirîza sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, azara welatî û xwedanên otombêlan û ajovanan bi sedema dabînkirin û bilindbûna nerxan her zêde dibe.

Jêdereke taybet tekez kir ku bi behaneya dabeşkirinê li ser malan, mazot ji 10 rojan ve li westgehên bajarê Qamişlo kêmpeyda ye, ev yek jî bûye cihê nerazîbûna xwedan û ajovanên otombêlan.

Serbar kir: "Xwedanên ceneretotên elekitrîkê jî, pişkên xwe yên mehane wernegirtine".

Roja Yekşemê jêderekê ji Hesekê dabû zanîn: "Piştî qerebalixiyeke zêde li ser westgehan, nerxê benzîna sûper ji 2300 leyreyên Sûrî gihişte 4300î".

Hevdemê kirîza sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê, jêderan tekez kiriye ku QSDê pişka Rêjîma Sûrî ji petrol zêde kiriye, herweha karwanên barkirî bi dahatên petrolê ji navçeyên di bin kontrola QSDê de derbasî navçeyên Rêjîmê û Girûpên Çekder bûne.

128