ENKSê beşdarî di vejandina salvegera şehîdbûna Mehmûd Walî kir

ENKSê beşdarî di vejandina salvegera şehîdbûna Mehmûd Walî kir

Sep 22 2019

ARK NEWS .. Di salvegera 7an ya şehîdbûna Mehmûd Walî bavê Candî , Xwecihiya Serê Kaniyê ya Encûmena Nistîmanî ya Kurdî li Sûriyê seredana gora şehîd ya li goristana bajêr kir .

Ji bilî şanda ENKSê hijmarek ji endamên partî , kesayetiyên serbixwe û malbata şehîd Mehmûd Walî beşdar bûn .

Di merasîma vejandina salvegera 7an de gorzek gul li ser gora wî hate danîn, û xuleke bê deng hate rawestandin û sûreya Fatîhe li ser canê wî hate xwendin.

li aliyekî din hin gotar hatin xwendin, tê de behsa rol û bendora şehîdan di nav civakê de hate kirin, herwiha ameje bi kar û xebata Walî di xizmeta doza Kurdî de hate kirin .

Ş.E

373