Sûriye .. Nêzîkî 5000 sivîl ji 2018 ta Hizêranê jiyane xwe ji dest dane
Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan raportek derbarê hijmara qurbaniyên şer û pevçûnan li Sûriyê ji destpêka sala 2018an ve ta heyva Hizêranê eşkere kir.
Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan di raporta xwe de da xuya kirin ku 4759 sivîl di navbera wan de 1104 zarok û 798 jin hebûn bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane.
Di raportê de hatiye ku rêjîma Sûriyê ji ber êrîşên xwe li ser sivîlan berpirse di ber kuştina 3056 sivîl di navbera wan de 610 zarok û 50 jin hene .
Herwiha li ser destê hêzên Rûsiyê 398 sivîl di navbera wan de 79 jin têde hene jiyana xwe ji dest dane.
Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan herwiha dide diyar kirin ku 205 welatî di navwan de 48 zarok û 15 jin li ser destê rêxistina Daiş ya terorîst bûne qurbanî .
112 sivîl navbera wan de 11 zarok û 18 jin ew jî li ser destê çekdarên YPGê bûne qurbanî û herwiha sî welatî li ser destê Opozisyona Sûriyê bûne qurbanî.
Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan di raporta xwe de gotiye ku hêzên Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina Daişê berpirse di ber kuştina 254 welatî di navbera wan de 113 zarok û 68 jin hene. û 704 sivîl di navwan de jin û zarok hebûn li ser destê aliyên nenasve bûne qurbanî .
ŞÊXO EFRÎNÎ
1232
