Tiramp : Em ê abûriya Turkiyê hilweşînin eger êrîşî kurdan li Sûriyê bike .

Tiramp : Em ê abûriya Turkiyê hilweşînin eger êrîşî kurdan li Sûriyê bike .

Jan 14 2019

ARK NEWS .. Serokê Emerîka Doland Tiramp twîtek nû derbarê Kurdistan Sûriyê û gevên Turkiyê bi pêkanîna operasiyoneke leşkerî belav kir, tê de ragihand ku welatê wî dê abûriya Turkiyê hilweşîne eger Turkiyê êrîşî kurdan li Kurdistana Sûriyê bike .

Di dawiya twîta xwe de Tiramp belav kir ku Emerîka dê herêmek aram bi derdora 20 kîlo mitran di xaka Sûriyê de ava bike, bê ku amaje pê bike ku kîjan alî dê bi avakirina wê herêmê li Sûriyê rabe, yan kî dê pereyên têçûna wê herêmê bide, û cihê wê herêmê destnîşan bike .

Di heman twîta serokê Emrîka de ku duh 13/1/2019 hatiye belavkirin bi zimanek tund û tûj gev li Turkiyê da eger bi tu êrîşan rabe û da zanîn ku ew dê abûriya Turkiyê hilweşînin eger bi êrîşan rabe .

Li aliyekî din serokê Emrîka huşyar da kurdan ku karê istifzazê li hember Turkiyê ranebin .

Ji aliyê xwe ve rawêjkarê ewlekariya Emrîkî Con Bolton di hefteya bûrî de tekezî li ser parestina çekdarên kurd wek merc piştî vekşana hêzên Emerîkî ji Sûriyê da bû, ku ew daxuyanî ji aliyê serokê Turkiyê Receb Erdoxan hate redkirin û bi şaşîtiyeke mezin binav kir .

Ji dema ku operasiyona Turkiyê ser Efrînê bi dawî hatiy ji wê demê ve hikûmeta Turkiyê geva pêkanîna heman operasiyonê li ser herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê dide lê ji ber hebûna hêzên Emerîkî li wan herêman pirsgirêk roj bi roj aloztir dibe, û tevî biryara Emerîk ji vekşana hêzên xwe ji wan herêman lê herdem radighîne ku ew dê hevpeymanên xwe biparêzin .

Ş.E

610